Mobed

Peykerên zêrîn ên du mobed, Gencîneya Oksusê

Mobed, mobedan, mobad di ola Zerdeştîtîyê de ji rahîbên herî mezin, rahîbê rahîban, hosta û pêşawayên ervadan re tê gotin.

Mobed di ser ervadan re ne. Xizmetkarên olê bi ked, pakijî û perwerdeya xwe dihatin peywirdarkirin. Niha li Hindistanê hindik be jî Zerdeştî hene. Lê di gelek waran de dejenerasyon çêbûne. Herwiha paye û meqam jî gelek hatine guhertin. Bandora olên Hindistanê li zerdeştiyên Hindistanê bûye.

Mobedan xwedî wê mafê ne ku ayînên giran ên şîroveya Yasna û Gatayan dikin birêve bibin. Ew dikarin bersiva nakokiyan, bersiva pirsên zanistî, gorî Zerdeştiyê bidin. Bersivên wiha ervad nikarin. Mafê wan heye ew teknîk û rêbazên nû yên perwerdeyê biceribînin. Ervad viya nikarin. Ervad tenê dikarin zanînên bingehîn û jiberkirina wan hîn bibin û raveyê bawermendan bidin.

Mobed dikarin, daxwaza guhertina hin qanûnan ji keyan, mîran bikin. Key û keybanû ji mobedan re rêzdar in. Heger key an keybanû bawermendên baş bin, gelek bi gotina mobedan dikin, piştgiriya wan dikin. Gelek key û keybanûyan, xwe di zanîna olî de bipêşxistibûn, carnan di pirsgirêkên olî de xwe berpirsiyartir didîtin.


© MMXXIII Rich X Search. We shall prevail. All rights reserved. Rich X Search